Hilbijartina sedsalê îro ye

Hilbijartina ku piştî rejîma AKP'ê ya 21 salî weke firsenda destpêkirina serdemeke nû tê pênasekirin, îro ye. Li Tirkiyeyê wê nêzî 61 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina serokkomar û endamên meclîsê dengê xwe bi kar bînin.

Li Tirkiye û Kurdistanê îro 60 milyon 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe didin. Ji bo demeke ji pênc salan wê Serokkomar û endamên Meclîsê yên serdema 28'an bêne diyarkirin. Dengdan wê li 191 hezar sindoqan saet di navbera 08:00-17:00 de bê kirin.

Li welêt wê 4 milyon 904 hezar û 672 hilbijêr cara yekê dengê xwe bidin. Li girtîgehan jî wê 53 hezar û 172 kes dengê xwe bi kar bînin.

Di hilbijartinê de hilbijêr wê bi belgeyeke fermî ya ku nûmareya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser e û bi wêne ye, karibin dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo bikaranîna dengan şert nîne ku kaxiza agahiyê ya hilbijêr bê nîşandan.

Hilbijêrên ku kaxiza agahiyê ya hilbijêr negihîştiyê, ji malpera înternetê ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind dikare hîn bibe bê li kîjan sindoqê kare dengê xwe bi kar bîne.

Dengdana li gumrikan wê heta saet 17:00 dewam bike.

Dengdana li derveyî welat jî roja Çarşemê bi dawî bûbû. Dengên hatin dayin anîn Tirkiyeyê û radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind hatin kirin.

JI BO SEROKKOMARIYÊ SÊ NAMZET HENE

Di hilbijartinên Serokkomariyê de ku bala her kesî li ser e, sê namzet hene: Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû û Sînan Ogan. Mûharrem Înce ku di pûsûlaya dengdanê de heye roja Înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku xwe ji pêşbirka Serokkomariyê vekişandiye.

Ji bo endametiya li Meclîsê 24 partiyên siyasî û 151 namzetên serbixwe tevlî pêşbirka hilbijartinê bûne. Di hilbijartinê de her wiha 5 lîsteyên tifaqê hene.

Partiya Paşerojê ya Çep û Kesk (Partiya Çepên Kesk) û Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bi navê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' tevlî hilbijartinê dibin.

Di nava 'Tifaqa Milet' de jî CHP, ÎYÎ Partî, Saadet Partîsî, Gelecek Partîsî, Demokrasî ve Atilim Partîsî (DEVA Partîsî) û Demokrat Partî hene.

AKP, MHP, BBP û Yenîden Refah Partîsî jî bi navê 'Tifaqa Cûmhûr' tevlî hilbijartinê dibin. HUDA PAR jî di nava lîsteyên AKP'ê de tevlî hilbijartinê dibe.

QEDEXEYÊN HILBIJARTINÊ

Dengdan wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Piştre heta saet 18:00 qedexe ye ku li ser encamên hilbijartinê analîz an jî encam bêne weşandin. Piştî saet 18:00 wê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve agahî karibin bêne weşandin. Li dû saet 21:00 jî wê encam ji aliyê saziyên medyayê ve bêne weşandin.

YSK li gorî rewşê wê karibe weşandina encamên hilbijartinê beriya saet 21:00 jî serbest bike.

Endamên Meclîsê wê bi hilbijartinên îro diyar bibin. Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî eger namzetek di tûra destpêkê de nikaribe zêdeyî ji sedî 50 ê dengan werbigire, wê tûra duyemîn a hilbijartinê di 28'ê Gulanê de bê kirin.